Ji civakê re derewan dikin, di Payiza 2018an de hilbijartinên pêşwext hene

Perwîn buldan dibêje li payîzê hilbijartin tê kirin
کوردستان TV
100%

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di komcivîna partiya xwe ya heftane de daxuyand ku di Payiza 2018an de hilbijartinên pêşwext wê bên lidarxistin, herwiha tifaqa AKP-MHPê heta sala 2019an nikarin bisekinin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di axaftina civîna partiya xwe ya heftane de daxuyaniyên girîng da. Buldan destnîşanî hilbijartinên pêşwext kir û got: "Bi taybetî ji bo hilbijartinan, sala 2019an derdixin pêş, lê em dizanin ku wê hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin. Ji civakê re derewan dikin, li paş deriyan hesabê tarîxa hilbijartinê dikin, tifaqa AKP-MHPê heta sala 2019an nikarin bisekine, di Payiza 2018an de wê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin."

Hevseroka HDPê da zanîn ku AKP amadehiyên hilbijartinên pêşwext dike û divê êdî dev ji derewan berdin, herwiha em dizanin ku hesabê çi dikin, lê em jî ji bo hilbijartinan amadene, em ti carî ji hilbijartinan ne reviyan e û ti carî ne tirsiyan e. Buldan rexne li hikumeta AKPê girt ku li dijî dek û derewên wan amadene, bila gelên Tirkiyeyê nekevin gûmanan.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.