Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî Dewleta Îslamî (DIŞI) ji Reqa hat derxistin, cara pêşî serdana wî bajarî kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyenên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, bi piştgiriya Amerîka di 17’ê Cotmeha 2017’an de DIŞI bi temamî ji Reqa derxistibû.
Li gor karbidestên NY’ê 65 ji sedê Reqa di pevçûnan de hilweşiyaye.
Dîrektorê Sûriyê Bernamaya Xwarinê ya Cîhanê ya NY’ê Jakob Kern got ku ‘’hema bêje temamê Reqa’’ hilweşiyaye.
Rêvebirên herêmî yên Reqa diyar dikin ku bo xizmetên wek binesazî, dibistan û rê bi kêmî ve 10 mîlyon dolar pêwîst in.
Dewleta Îslamî (DIŞI) di sala 2014’an de Reqa bi dest xwe xistibû û ew bajar bi qasî 3 sal ‘’paytaxta xîlafetê’’ ya wê rêxistinê bû.
Berî şerê navxweyî yê Sûrîyê, ku di Adara 2011’an de destpê kiribû, 200,000 kes li Reqa diman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin