Fermandarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) pêşniyarî Serokê Amerîkayê Donald Trumpî kiriye ku ji dêvla bifikire ku ji Sûriyeyê vekişe, bila hejmara hêzên amerîkî yên li wê derê zêde bike.
Li gorî malpera al Hurrayê ya erebî, peyamnêrê wê ragihandiye ku fermandarên Wezareta Amerîkayê li Trumpî pêşniyar kiriye ku hejmara hêzên amerîkî yên li Sûriyeyê zêde bike û ji Sûriyeyê venekişe.
Herwiha li gorî heman malperê, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye ku "têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê mijara sereke ya birêveberiya Amerîkayê ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demekê gotibû ku dê "di demeke nêz de" ji Sûriyeyê vekişin ku bûbû mijara nîqaşan ji ber berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê diyar kiribû ku haya wê ji ti planeke vekişînê tine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin