HDP bi minasebeta wefata Dilovan Barzanî peyameke sersaxî pêşkêşî Serokwezîr û malbeta rehmetî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta wefata birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama sersaxiyê ya HDPê de ev tişt hatin gotin: ‘Em di xemgîniya bihîstina agahiya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî de ne.
Dilovan Îdrîs Barzanî ku nûnerê Serokatiya Kar û Barên Civakî bû, di têkoşîna Kurdên Başûr ya ji serê sedsalê heta a ji bo azadî û wekheviyê de xwedî roleke girîng bû. Xebatên wî yên ji bo tomarkirina travmayên bi serên Kurdên Başûr de hatine û herwiha tomarkirina kiryarên rejîma Baas yên li dijî Kurdan, nayên jibîrkirin.
Xwedê rehma xwe li Dilovan Îdrîs Barzanî bike. Serê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurddistanê Nêçîrvan Barzanî, malbata Barzaniyan û gelê Kurd sax be."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin