Balyozê Tirkiyê: Iraq û Tirkiyê ji bo deriyê sînorî dest bi hevdîtinan dikin

dixwazin deriyên ser Kurdistanê daxin
کوردستان TV
100%

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz ragihand ku rayedarên Iraq û Tirkiyê dê ji bo deriyê sînorî dest bi hevdîtinan bikin.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz diyar kir, ji bo vekirina deriyê nû di demeke nêzîk de ziyaretên heyetan ên herdu aliyan dê dest pê bikin û got: "Geşedanên (referandûm) li bakur (Herêma Kurdistan) ev nîşanî me da; divê Tirkiye û Iraq qîma xwe bi deriyekî tenê neynin."

Fatîh Yildiz li ser Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku tê payîn li Bexdayê were vekirin got ku deriyê sînor ê nû dê ji aliyê bazirganiya bi Iraqê re tê kirin girîng be.

Yildiz wiha got: "Di nav mijarên ku em herî zêde girîngiyê didinê de kifşkirina statuya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl  û bi rêvebiriya Bexdayê ve girêdan e. Heke ku ev bibe, em dê jî di mijara baca gumrikê ya cot de derbasî qonaxeke girîng bibin. Di vê mijarê de derbasbûna qonaxeke nû divê me di mijara deriyê duyemîn de nexe rehawetê. Divê mijara deriyê duyemîn êdî Iraq û Tirkiye çarser bikin bikin."

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.