Parlamenterekî mesîhî dibêje, hîn 100 keç û jinên mesîhî di destê DIŞIê de mane.
Parlamenterê mesîhî yê parlementoya Kuridstanê Kemal Yelda derbarê rewşa ew keç û jinên mesîhî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin diyar kir ku heta niha em nizanin ka gelo ew keç û jinên mesîhî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin li kûderê ne.
Kemal Yelda diyar kir ku hîn jî zêdetrir ji 100 keç û jinên mesîhî di destê DIŞIê de dîlin û ew di dema êrîşa DIŞIê bo ser deşta Nînowayê de hatine dîlgirtin.
Yelda anî ziman ku di dema wan êrîşan de hijmareke zêde ji şêniyên mesîhî yên deverê neçar man ku berê xwe bidin Kurdistan û niha li Kurdistanê nîştecîhne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin