Serokê komîsyona polîtîkayên derve yê Parlementoya Îranê Alaaddin Burucerdi got ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê em ê di şûna Telegramê de bi navê ‘Sorush’ sepaneke îranî bikarbînin.
Di 28ê Berfanbara 2017an de li bajarê Îranê Meşhedê xwepêşandan dest pê kiribûn û di demeke kurt de li gelek bajarên Îranê belav bibû. Tê zanîn ku di vê xwepêşandanê de bernameya medyaya civakî ya bi navê Telegramê gelek bi bandor bû. Piştî xwepêşandanê ji aliyê hikûmetê gelek caran haribû ziman ku wê telegram qedexe be.
Alaaddin Burucerdi ji radyoyek heremî re di derbarê vê meselê de axivî. Burucerdi got ku "ev mesele meseleyekê bi ewlehiya Îranê re eleqedar e ji ber wê jî lazim bû em çareyek ji vê re bibînin. Di vê çarçoveyê de wê heta 20ê Nîsanê bernameyek ku bikeve şûna Telegramê wê bê amadekirin."
Burucerdi destnîşan kir ku ev bername bernameya Îranê ye û wê navê wê ‘Sorush' be. Tê zanîn ku li Îranê 40 milyon kes Telegram bi kar tînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin