Polîsê Soranê ragihand, kesê ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Ehmed Mîr Ehmedî kuştiye, kurê wî ye.
Piştî demekê Polîsê Soranê dê li ser bûyera kuştina endamê PDKÎ Ehmed Mîr Ehmedî civîneke çapemeniyê pêk bîne.
Serê sibeha roja înê saet 06:00ê wate 30ê Adarê, endamê PDK-Î Ehmed Mîr Ehmedî ku bi navê Ehmed Îranî tê nasîn, rastî êrîşeke çekdarî hat û yekser canê xwe ji dest da.
Ehmed Mîr Ehmedî sala 1964ê ji dayîk bûye û li gor malbata wî 40 sal e Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye û sê caran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin