Prensê Welîahd Selman got ku dibe ew di nav 10-15 salan de bi Îranê re şer bikin.
Prensê Welîahd ê Erebîstana Siûdî Muhammed bîn Selman berî serdana xwe ya bo Amerîkayê ji rojnameya Wall Street Journal re axivî.
Selman diyar ku ez dixwazin fişara navdewletî ya li ser Îranê zêde bibe û got, ‘Divê em xwe dûrî pevçûneke leşkerî ya bi Îranê re bigirin, lêbelê eger ev bi ser nekeve dibe ku di nav 10-15 salan de bi Îranê re şer bikin.’
Muhammed bîn Selman di bernameyeke din de jî di derbarê Îranê de wiha axivî: ‘Ayetullah Alî Hamaney Hîtlerê Rojhilata Navîn e. Erebistana Siûdî li dijî sîsteme bombeya nukleerî ye, lê eger Îran ji bernameya xwe ya nukleerê venegere bêgûman em jî dê dest bi xebatan bikin.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin