Rûsya bersiva Îtalya û Fînlandiya yê da

Rûsya jî hin dîplomatan dersînor dike
کوردستان TV
100%

Hate ragihandin ku Rûsya beramberî dersînorkirina dîplomatên rûsî ya di çerçoveya ‘Bûyera Skrîpalê' yên Roma û Helsînkiyê, biryara dersînorkirina 2 dîplomatên îtalî û dîplomateke Fînlandiyayê da.

Piştî biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî yên Îtalya û Fînlandiyayê, Rûsya jî beramberî biyara her du welatan biyara dersînorkirina 2 dîplomatên îtalî û dîplomatekî fînlandî da.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê beramberî dewletên ku dîplomatên rûsî dersînor kirin dê dîplomatên wan welatan dersînor bike. Welatên ku dîplomatên wan ji aliyê Rûsyayê ve were dersînor kirin wiha ne.

Îtalya: 2

Fînlandiya: 1

Polonya: 4

Lîtvanya: 3

Holanda: 2

Letonya: 1

Swêd: 1

Estonya: 1

Wezîrê Derve yê Rûsyayê bangî balyozên wan welatan kir ên ku di bûyera Skrîpalî de helwestên neyarane li dijî Rûsyayê nîşan dane da ku bergiriyên Rûsyayê ji wan re ragihîne.

Peyamnêrê Sputnikê ragihand ku balyozên Îtalya, Polonya, Holanda, Arnavutluk, Romanya, Ûkrayna, Çekya, Belçîka, Letonya, Makedonya, Xirwatistan, Swêd, Danmark, Yûnanistan, Îrlanda û Avustralya jî di nav de bangî balyozên 15 welatan hatine kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.