Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve peykera ku wek sembola Newrozê dihat zanîn hat hilweşandin.
Qeyûmê şaredariya Nisêbînê, pewkera sembola newrozê hilweşand. Peykera li Nisêbînê, bi mebesta bîranîna 16 kesên ku di newroza sala 1992 hatibûn kuştin hatibû çêkirin. Peyker ji aliyê qeyûm Ergun Baysal ve hat hilweşandin. Baysal wêneyên hilweşandinê li ser medyaya civakî parvekir û got ku "em ê qûleya saetê li wir çê bikin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin