Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an Ala Kurdistanê li Kerkûkê hat qedexekirin. Niha jî hêzên Antî Terorê yên Iraqê daxwazê ji malbatên şehîdên Kurd dikin ku Ala Kurdistanê ji ser gorên şehîdên xwe rakin.
Şehîd Deştî efserekî Pêşmerge bû, çend sal berî niha li Kerkûkê di “kemîneke terorîstan” de şehîd bû, piştî bûyerên Kerkûkê û heta niha Ala Kurdistanê li ser gora wî mabû, lê daxwaz ji malbata wî hatiye kirin ku Ala Kurdistanê rakin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin