Li gor gotinên dîplomatên Ewrûpî, balyozên 28 welatên endamên Yekitiya Ewrûpa (YE)yê duh pirsa dorpêçên nû li dijî Îranê gotûbêj kirine.
Li gor raportên çapemeniya cîhanê, ew dorpêç ji aliyê sê welatên di nav 5+1 ên Brîtanya, Fransa û Almanya de hatiye amade kirin.
Dibe ku ew dorpêçên ku li dijî hatine gotûbêj kirin di rûniştina 29.04.2018ê ya wezîrên derve yên YEyê de bên pejirandin.
Dîplomatkareke Ewrûpî amaje bi wê rûniştina li Luksemburgê dike û got: ‘’Biryar dayîna derbarê dorpêçên li dijî Îranê, dê rûniştina wezîrên derve yên YEyê de dê zelal bibe.’’
Li gor raporta ajansa Reutersê li gor wan belgeyên hatine belav kirin, Brîtanya, Fransa û Almanya pêşneyar kirine ku YE çend dorpêça li dijî Îranê ji ber bernameya mûşekên balîstîk û rola Îranê ya di şerê navxwe yê Sûriyê de bike biryar, ku Washington jî li rêkeftina atomî ya Îranê re hatiye kirin dernekeve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin