Rayedarekî pile bilind yê wezareta berevanî ya Amerîka General Andrew Croft diyar kir ku ne tenê li Gutaya Rojhilat, lê li Efrînê jî sîvîl li benda alîkariya mirovî ne.
Croft da zanîn ku di çend rojên dawî de 183,500 kes ji Efrînê koç kirine, piraniya wan li Tilrifatê bi cîh bûne û yên mayî jî çûne nbul, Zehra, Minbic û Hesekê.
Croft di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Rewşa van herêman jixwe ne baş e û bi çûyîna hin koçberên din kêşeya heyî mezintir dibe’’
Generalê Amerîkî da zanîn ku hin sazîyên navneteweyî di 25’ê Adarê de bo 50,000 kesên li Tilrifatê alîkarî şandine û hewildanên alîkarîyên din jî didomin.
Croft diyar kir ku di navbera 50,000 û 70,000 de sîvîl li Efrînê mane û ew nikarin ji wê herêmê derkevin.
Croft da zanîn ku divê alîkarîya mirovî demûdest bigihêje sîvîlên Efrînê û got ku heta niha çar kes jiber nebûna xwarinê jîyana xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin