Generalê Amerîkî: Em li dijî PKKê piştevaniya Tirkiyê nakin

generalê Amerîkî dibêje emê alîkariya tirkiyeyê nekin
کوردستان TV
100%

 

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Esmanî yên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê, Andrew Croft ragihand, ew di êrişên esmanî yên Tirkiyê li dijî PKKê de alîkariya wî welatî nakin.

Andrew Croft di civîneke çapemeniyê de li ser êrişa Tirkiyê bo ser PKKê, rewşa Şingalê û  geşedanên li Sûriyê axivî.

Andrew Croft der heqê operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li ser Iraqê de got: “Her operasyonek ku Tirkiye li bakurê Iraqê bike, Tirkiye bi hemahengiya hikûmeta Iraqê dike. Ya ku Tirkiye li bakurê Iraqê pêk tîne, hevkariya navbera hikûmetekê li gel hikûmeteke din e û Hevpeymanî tê de beşdar nîne”.

Der barê rewşa navçeya Şingalê de jî wiha axivî: “Em bi awayekî zelal nizanin gerîlayên PKKê li ku dera Şingalê ne, lê welatên Hevpeymaniyê naxwazin êrişî ser PKKê bikin.”

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.