Mexdûrên êrîşa 11ê Îlona 2001ê dikarin dozê li Erebistana Siûdî vekin

ew proje qanûn vê têkiliyên Amerîka û Siûdiyeyê aloz bike
کوردستان TV
100%

Dadgeha Herêmî ya Manhattanê li Amerîkayê pêşniyara ku dozên îdîa dikin ku Erebistana Siûdî alîkarî daye ji bo êrîşên 11ê Îlonê yên sala 2001ê pêk werin werin betalkirin red kir û hukim kir ku qurbanî bikarin qerebûyên bi milyonên dolaran ji bo zerarên xwe bistînin.

Dadgêrê herêma Manhattanê George Daniels biryar da ku dozdar dikarin dozê li Erebistana Siûdî vekin û ev biryara xwe jî spart qanûna 'Edalet li himberî Piştgirên Terorîzmê'(JASTA) ku di sala 2016an de hatibû derxistin û derfet dabû mexdûr û saxmayiyên êrîşên terorê ku dozê ki hikûmetên biyanî vekin.

Dadgêrî îdîayên gelek kesan wek sedem ji vê biryara xwe re nîşan da.

Hikûmeta Erebistana Siûdî ji mêj ve van îdîayan red ike.

Ev biryara Danielsê 25.000 kesan digire nav xwe ku ji malbatên miriyan, birîndaran û xwediyên kargehan pêk tê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.