Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser encamên biryara agirbestê li Sûriyê, kom bû.
Karbidestên CENY'ê dîyar kir ku rêxistin û dewletên li Sûriyê, li gor biryara agirbestê tevnagerin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Alîlariya Mirovî li Sûriyê Mark Lowcock, bi rêkatelekonferansê ser alîkariya mirovî û agirbesta li Sûrîyê agahî da.
Lowcock got: Gava çek diteqin, bedelên vê însan didin. Tevî hemî zehmetîyên li Sûrîyê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hevkarên wê, xebatên xwe yên bo Sûriyê dê bidomîne.
Lowcock diyar kir ku piştî operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê ji wî bajarî 183,500 kes koç kirine.
Karbidestê NY'ê da zanîn ku kesên ji Efrînê derketine, li Minbic, Nubul, Zehra, Tilrifat û Haseke bi cîh bûne û niha li Efrînê 50,000-70,000 sîvîl dimînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin