Brîtanya, DYA û gellek dewletên endamê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji ber bûyera Skripal, biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dan.
Sîxur Sergey Skripal û keça wî roja 4ê Adarê li Londonê li ser bankekê hişwindakirî hatibûn dîtin. Brîtanyayê ji jahrîbûna Skripal û keça wî Rûsya berpirsyar dîtibû û biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî dabû. Rûsyayê jî bi heman biryarê bersiv dabû Brîtanyayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin