Li devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê, muxtarên du gundan ji aliyê çekdarên DIŞIê ve hatin kuştin.
Berpirsê asayişa gundê Koleco yê bajarokê Gulale yê Germiyanê, Simko Elî diyar kir ku çekdarên DIŞIê şeva borî ketibûn nav gundên Um El Hente û şêx Bab yên Gulale û muxtarên wan gundan kuştibûn.
Simko Elî her wiha got, kurê yek ji wan muxtaran jî ji aliyê çekdarên DIŞIê ve hatibû kuştin û keça wê jî birîndar bibû.
Ew muxtarên ku hatine kuştin, ereb bûne. Bajarokê Gulale girêdayî bajarê Xaneqînê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin