Jêderekî leşkerî yê Iraqê ragihand, hêzeke şerker ji leşkergeha Diblin a li firokexaneya Bexdayê berve Kerkûkê kete rê û erkê wê yê sereke parastina riya di navbera Daqoq û Xurmatoyê dibe.
Îro jêderekî leşkerî ku nexwast navê xwe aşkere bike ji malpera “Bexdad El-Yewm” a Iraqî re ragihand, ew hêz lîwayeke taybet bi Polîsa Federalî ye û berve Kerkûk birê ketiye.
Herwiha got, ew hêza şerker ji 1270 leşkerî pêk tê û li ser çend karwanan digihin Kerkûk û erkê wê yê sereke yê parastina riya di navbera Xurmato û Daqoqê li başûrê Kerkûkê û parastina bajaran e.
Şandina wê hêzê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, piştî wê tê ku Parêzgarê Kerkûkê yê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatiye spandin Seîd Cibûrî ragihandibû, niha çekdarên DAIŞê li navçeyên Kerkûkê derketine û bûne gefek li ser wê parêzgehê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin