Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Şeva borî hêzên Îranê li nêzîkî gundê Kanî Zerdê yê Serdeştê komek kolber dan ber fîşekan.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberê bi navê Îbrahîm Silêmanî hat kuştin.
Hat zanîn ku Îbrahîm xelkê gundê Kanî Zerdê û xwedan jin û zarok bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin