Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro sêşemê bi raporteke ragihand ku karbidestên Tirk hejmarên mezin yên welatiyan, jiber parvekirina wan ya ser medya civakî desteser kirine û doz li hember wan vekirine.
HRW dide zanîn ku kesên desteserkirî û darizandî jiber nivîsên xwe yên dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya dijî Efrînê hatine ceza kirin û ew jî mafê azadîya ramanê binpê dike.
“Li gor Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, di navbera 20ê Rêbendanê û 26ê Şubatê de, 648 kes jiber rexnekirina operasyona artêşa Tirk ya ser Efrînê batin binçav kirin. Karbidestan, 197 kesên din jî di xwepêşandnên nav kolanan de yan jî li ser medya civakî ragihandina hevgirtina xwe bi xwepêşanderan ve hatne desteser kirin.”
Wezaretê dîyar kir ku ji dawîya Şubatê ir ve, lêpirsînên nû yên krîmînal li hember gelek kesên din hatine vekirin.
Dîrektorê HRW yê Ewrupa û Asya Navîn, Hugh Williamson got ku desteserkirin û darizandina hemwelatîyan jibo twîtên wan yên aştîxwaz de asteke herî nizim ya bo hikûmeta Tirkiyê ye.
“Divê karbidestên Tirk, operasyonên leşkerî jî di nav de, rêz li mafê gel ya rexnekirina aştîyane ya sîyaseta hikûmetê bigirin û dawî li van dozen bêbingeh bînin.”
HRW bal kişand ku di nav armancên tepeserkirinên dawî yên medya civakî de rojnamevan, berevankarên mafên mirovan, çar parlamanter û gelek endamên HDP'ê, akademîsyen, karkerên avakirinê, doktor, xwendekarên lîse û zanîngehan jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin