Çekdarên opozisyona Sûrî ji herêma duyan ya Gutaya Rojhilat vedikişin

Rejîm dibêje di nava çend rojan de navenda Goteyê vê kontrol bike
کوردستان TV
100%

Roja Yekşemê çekdarên rikaber yên Sûrî dest bi vekişîna ji herêma duyan ya Gutaya Rojhilat kirin, gelek bajar û gund radestî hêzên hikûmeta Sûrî kirin.

SOHR, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku, otombîlên nefer hilgir bi sedan çekdarên girêdayî "Feyleq Arrahman" û endamên malbatên wan şeva bûrî ji Guytaya Rojhilat veguhastin, ber bi parêzgeha Îdlibê çûn, ya ku li jêr kontrola grûbên çekdar yên rikaberên rejîma Sûrî de ye li Bakurê Sûriyê.

Ajansa Sûrî, SANA dibêje, karwanê duyan yê veguhastina çekdar û malbatên wan hatiye amade kirin, ewê bi otombîlên nefran ji bajar û herêmên weke Jobar, Ein Terma, Zamalka û Arbin wan veguhêzin.

Wek tê zanîn ev yek li gur lihevhatinên di navbera rikaber û rejîma Sûrî de, bi hevkariya Rûsya û Tirkiyê pêk tên, pêşwext li gur wan pêkhatinan, çekdar ji Helebê û ciyên din hatine vekişandin.

Pêncşema bûrî dîsan herêma yekê ya Gutaya Rojhilat ji çekdar û malbatên wan hatbû vala kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.