Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku ji ber çalakiyên Talîbanê û hebûna DIŞIê li Afxanistanê nîgeran in. Wezareta di daxuyaniya xwe destnîşan kir bi helîkopterên nenas ji bo DIŞIê alîkariya çekan û mîlatanan tê kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Em ji ber zêdebûna êrişên cûr bi cûr yên li Afxanistanê û hebûna DIŞIê li bajarên bakurê wî welatê ku sînorê wê bi Yekîtiya Dewletên Xweser (YDX) re heye, nîgeran in."
Di heman daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku bi helîkopterên ku nayê zanîn bê yên kî ne bo milîtanên DIŞIê piştgiryia çekan û milîtanan tê kirin. Herwiha hate teqezkirin ku divê li ser mijarê lêpirsîn bêne kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin