Romana Omer Dilsozî ya bi navê “Gêjevang” derket

Romana “Gêjevang” a Omer Dilsozî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.
کوردستان TV
100%

Romana “Gêjevang” a Omer Dilsozî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.

Li gorî metna ku Weşanxaneya Lîsê derbarê pirtûka Omer Dilsozî de amade kiriye; “Omer Dilsoz, vê carê bi romana xwe Gêjevang dikeve dora kanîya Kurmancîyê. Gêjevang, ‘zeman, mekan û qewam’ê di gêjgerînga ruhê xwe de dimeyîne û li kujîyên nepen ên gîyanê şikestî ji pirtik û pirçikên qewamên ji zeman û mekanên cihê cihê rûberekî ava dike û tîne di şikefta Gêjevangê diltenik de distewirîne.

Gêjevang, lixwegerîna ruhekî berze a di nava sir û razên qewamên şikestî de ye. Di serî de meriv dibêje qey ‘her qewam’ bi serê xwe li dû bayê xwe diçe, lê pê re pê re mirov pê dihese ku her tiştî, di rêgeheke ruhrehwanî de têkilîyeke psîşîk bi hev re heye. Em, tu carê û li tu dem û dewrê ne bi serê xwe bûne; bi qasî ku em berdewama doya xwe ne, heman wext, em dûmayîka sibeya xwe ne jî.”

Di heman metnî de romana Omer Dilsozî ya bi navê“Gêjevang” bi gotinên “Sing li kakila Kurmancîyê çikilandiye û heta kejîyê jêrehiş û bîra axa xwe daçikilîye. Bi Kurmancîyeke reşbelek, bîna herîya wê çikandiye û hilma wê hilgirtiye kezeba xwe Gêjevang, heman wextî ger û gêjên zimên hingaftiye, geşt û kujîyên wî têk vedane û ji mirina xwe mirineke din çê kiriye. Wekî pelekî bi ber ba ketî di nava sir û sûrên dem û dewranên xwe de çerixîye û di gêjgerînga xwe de winda bûye” hatiye ravekirin.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.