Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje îro geşt bo Hewlêrê destpê dikin.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand ku ew îro qada esmanî ya ji bo firînên Kurdistanê vedikin û seferên rasterast ên ji bo Hewlêrê jî wê dest pê bikin.
Yildirim di derbarê rewşa balafirgehên Kurdistanê de diyar kir ku ew ê qada esmanî bo seferên yekser yên ji bo Balafirgeha Navdewletî ya Hêwlêrê vekin û seferên rasterast wê destpê bikin.
Yildirim got ew qada esmanî îro vedikin û herwiha got ku ev biryar tenê ji bo Hewlêrê ye û bo balafirgeha Silêmaniyê ev biryar ne derbasdar e.
Hefteyek berê hikûmeta Iraqê jî qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê rakiribû.
Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlonê pêk hatibû Tirkiyê qada esmanî li seferên ji bo Kurdistanê girtibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin