Kebûdwend: Pilangeriya Kerkûkê niha gehêştiye Efrînê jî

Kebûdwend daxwaza yekîtiya Kurdan dike
کوردستان TV
100%

Avakerê rêkxirawa berevankar a mafê mirovan di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku sala nû bikin sala yekîtî û yekdengî û yekhelwestiyê.

Serokê Rêkxirawa Berevankar a Mafê Mirovan a Kurdistanê Kebûdwend bi minasebeta sala nû û hatina newrozê, daxuyaniyek belav kir, û daxwaz kir ku sala nû bikin sala yekîtî û yekdengî û yekhelwestiyê.

Mixabin di encama êrîşa hovane ya arteşa Tirkiyê, bo ser kantona Efrînê, piştî du mehan berxwedana qehremanane ya Şervanan, Efrîna serbilind ji aliyê hêza mezin ya Natoyê û paşmayiyên DIŞIê û Elqaîdeyê ve hate dagîrkirin.

Vê karesatê bi eşkere ji Kurd re zelal kir ku dagîrkirina Efrînê pîlaneke herêmî û navdewletî li dijî gelê Kurd e.

Ew pîlangeriya ku ji Kerkûk dest pê kir, mixabin niha gihîştiye Efrînê.

Vijdanên hişyar ên cîhanê dibe ku vê pirsê bikin ku gelo kantoneke biçûk wekî Efrînê çima metirsiyek li ser hêza mezin ya Natoyê hebûye?

Efrîn wekî cihê herî aram ê Rojava û Sûriyê çima ketiye ber êrîşa arteşa hevbeş ya dijîxelkî ya Erdoxan û DIŞIê û Elqaîdeyê?

Kurd û wan hêzên Kurdî ku hêza wêrankar ya DIŞIê têk şikandin, çima niha li pêşberî çavên cîhanê ketiye ber êrîşa hovane ya afirînerê terorîzm û bavê DIŞIê? Civaka navneteweyî çima di hemberî jînosyada Efrînê û komkujî û helandina Kurd de kerr û lal bûye, û bêhelwestî girtiye pêşiya xwe?

Êdî hertişt ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û di vijdanên hişyar ên cîhanê de eşkere ye.

Bi vê hêviyê ku aştî û tebahî û biratî di nav mala Kurd de cihgir be, û bi hêviya rizgarbûna bilez ya Efrîn û Kerkûkê û cihên dagîrkirî ên kurdistanê di sala nû de.

27.12.2718

Mihemed Sidîq Kebûdwend

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.