John Bolton li Amerîkayê bi fikrên 'radîkal' tê nasîn û di dema Serokatiya Bush de dagirkirina Iraqê bi tundî parastibû.
Bolton di sala 2015an de daxuyaniyek dabû rojnameya "Washington Examiner"ê û wiha gotibû: "Me bi dagirkirina Iraqê tiştekî gelekî baş kir û me Sadam ji desthilatiyê daxist. Ev biryarên rast bûn lê vekişîna me ya di sala 2011an de fikreke xelet bû."
- "Heke tu dixwazî bombeya Îranê bidî sekinandin divê tu Îranê bidî ber bombeyan"
Bolton polîtîkayên Trump yên der barê Îranê de jî tesdîq dike. Bolton bi dijberiya peymana nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de dema serokatiya Obama hatibû îmzekirin jî tê nasîn. Bolton gotibû divê Amerîka vê peymanê betal bike û di sala 2015an de di nivîseke xwe ya di New York Tîmesê de wiha gotibû: "Heke tu dixwazî bombeya Îranê bidî sekinandin divê tu Îranê bidî ber bombeyan."
Ji bona ku Îran bê sekinandin Bolton di rojnameyên New York Tîmes, Los Angeles Times û Guardianê de gelek caran maqale nivîsîbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin