Hevpeymanî: Ji ber operasiyona Efrînê rexne li Tirkiyeyê dike

êrîşên Tirkiyeyê bo ser Efrînê dibin sedema bihêz bûna DIŞIê
کوردستان TV
100%

Berdevkê Hevpeymaniya ya ku pêşengiya wê Amerîka dike Albay Ryan Dillon ragihand Operasyona Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li dijî Efrînê bala Hêzê Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku li dijî DIŞIê têdikoşe belav kir.

Berdevkê hevpeymaniyê Albay Dillon ji paytexta Iraqê Bexdayê derbarê operasyona ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî ji Spûtnîkê re xivî û anî ziman ku HSDê bala xwe ji têkoşîna bi DIŞIê re daye ser Efrînê.

Dillon, "HSDê hejmara şervanên xwe yên ku çûne Efrînê weke 1700 eşkere kiribû. Di vê mijarê de ez dikarim bibêjim ku piraniya van kesên ku çûne Efrînê kurd bûn. Gelek serokên van hêzên li Geliyê Navîn ê Firatê veqetiya. Vê yekê kir ku operasyonan kabîliyeta me ya têkoşîna li dijî DIŞIê sînordar kir.

Dillon amaje pê kir ku têkoşîna li dijî DIŞIê didome û şervanên ku veqetiyan û çûne Efrînê bi awayekî neyînî bandorê li têkoşînê dike,"Ji ber operasyona Efrînê têkoşînê lawaz bû."

Dillon diyar kir ku piraniya şervanên nû yên ku bo HSDê hatine stendin ereb in û hejmara kurdên di nava HSDê de kêm bû.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.