Piştî ketina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve, gelek malên welatiyên Efrînê ji aliyê çekdarên ASAyê ve hatibûn talankirin. Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de çekdarên ASAyê li ser talankirina malên efrîniyan pevdiçin û şer dikin.
Operasyona Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriya Azad ku li dijê Efrînê dabûn destpêkirin piştî 59 rojan paşê ketin Efrînê. Piştî ketina Efrînê endamê ASAyê dest bi talanê kirin û gelek malên gelê Efrînê birin. Dîmenên van talanan ji aliyê gelek ajansên navneteweyî ve jî hatibû parvekirin.
Di vîdeoya ku ji aliyê rojnamevanek ve li Efrînê hatiye kişandin de, endamên ASAyê li ser milkên ku talan kirine bi hev nakin û rakêşî di navbera wan de dertê. Piştî demeke kurt ev rakêşê vediguhere şer û bi çekan bi hev re pevdiçin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin