Trump McMaster ji kar dûr xist û Bolton anî şûna wî

Bolton nunerê Amerîkayê li NY bûye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump li ser pêgeha xwe ya Twitterê ragihand ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Sipî H. R. McMaster ji kar dûr xistiye û li şûna wî, Balyozê Amerîka yê berê li Neteweyên Yekbûyî (NY) John Bolton erkdar kiriye.

Trum nivîsandiye ‘’General H. R. McMaster karên serkeftî kir û ewê her tim wek dostekî min bimîne. Ez ji wî re spasdar im.’’

Bolton di dewra George W. Bush de, Balyozê Amerîka li NY’ê bû ew li Fox Newsê şirovekar e û bi konservatîfiya xwe ya tund tê nasîn.

Bolton herwiha li ser fikra maytekirina leşkerî li Koreya Bakur û Îranê ye û dijî Rûsya jî helwesteke tund nîşan dide.

Bolton, dê di 9’ê Nîsanê dest bi karê xwe bike.

Trump, berî H. R. McMaster, şêwirmendê ewlekarî yê wî yê pêşî Michael Flynn ji kar dûr xistibû.

Rojnameya Washington Post hefteya borî îdia kiribû ku Trump dê H. R. McMaster ji kar dûr bixîne, lê Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ew îdia red kiribû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.