Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo Cejna Newrozê zêdetirî 76 hezar geştyar serdana bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar derbarê serdana geştyaran ya ji bo Cejna Newrozê got, "Heta roja 20ê mehê zêdetirî 76 hezar geştyar hatin Herêma Kuridstanê û di roja yekem ya Newrozê de jî hatina geştyaran ji bo Kurdistanê berdewam kir. Em ê rêjeya wê di rojên pêş de eşkere bikin."
Cebar ji bo serdana geştyaran ya ji bo sala 2018an jî got, "Armanca me ew e ku em îsal zêdetirî 2 milyon û 500 hezar geştyar bînin Herêma Kurdistanê."
Mewlewî Cebar herwisa derbirî ku hejmara geştyarên hatine Kurdistanê hejmara geştyarên çûne Îranê derbas kiriye û ew ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin