Li seyrangehên derdorê Kerkûkê dest bi kom kirina ala Kurdistanê kirine.
Ev du roja çekdarên heşda şebî yên ku di encama îxanetekê de hatine nava Kerkûk û derdorê û dagîr kirine, bêtehemûliya xwe ya li hember ala Kurdistanê careke din nîşan dan.
Çekdarên heşda şebî li seyrangehên derdorê Kerkûkê rê bi welatiyên Kurd nadin ku ala Kurdistanê bilind bikin û ev du roje li nava seyrangehan de digerin û alayên Kurdistanê kom dikin û rê bi xelkê nadin ku ala Kurdistanê bilind bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin