Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragehand ku, operasyonên Tirkiyeyê rewşa Sûriyeyê xerabtir kir û hişt ku, şerû pevçûn zêdetir bibe.
Di gotareka xwe derbarê rewşa Efrînê Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragehand ku, di heyama du mehan ji şerê Tirkiyê li dijî bajarê Efrînê rewşa mirovî li Sûriyê xirabtir bû jiyana hezaran sivîlan kete metirsiyê de.
Le Drian got ku operasyona Tirkiyeyê derbeyek e li dijî operasyonên dijî DIŞIê û wê agirbesta ku, li Sûriyê hatibû ragehandin bû.
Le Drian tekez kir ku, divê di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de mafê Kurdan were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin