Wekîlên Îngîlîzan li ser Efrînê, Hikûmeta xwe rexne kirin.

dibêjin hikûmet li hember êrîşên Tirkiyeyê bêhelwest bûye
کوردستان TV
100%

Li parlamantoya Îngîlîstanê de ji bo Newrozê panêlek hate lidarxistin.

Wekîlên ku beşdarî panêlê bûn, xwestin ku hikûmeta Îngîlîstanê, ji ber dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê, li dijî Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Wekîlê Îskoçyayê Jane Chery wiha got: “Em gelekî ber rewşa Efrînê dikevin. Gelek rapor gihane destê me ku Erdogan zordestiyê li ser gelê Efrînê dike û dixwaze Gelê Kurd tune bike.

Wekîlê Partiya Karkeran yê Îngîlîstanê Jeremy Morys jî got ku ev şermeke pir mezin e ku Hikûmeta Londonê li dijî neheqiyên Tirkiyê bêdeng e. Divê ku ji bo alîkariyan destûr were dayîn.

Seroka Navenda Fikrê, Robert Oldys jî got ku Îngîlîstan dibêje Tirkiye endamê NATOyê ye û pir qedir didiyê. Lê mixabin niha hevkarê me Tirkiyê, li dijî Kurdan şer îlan kiriye.

Oldys wiha dewam kir: “Em, Gelê Kurd wekî netewekî Ewrûpî dibînin û ji bo serxwebûna wan dixebitin.”

Kurdên ku li Îngîlîstanê dijîn, bi qasî du mehan e ku ji bo desteka Efrînê li ber deriyê Serokatiyê, çalakiyan dikin.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.