NY ji Tirkiyê dixwaze dawî li rewşa awarte bîne

NY dibêje rewşa mafên mirovan jiber rewşa awarte gelek têkçûye
کوردستان TV
100%

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê bang li Tirkiyê kir ku dawî li rewşa awarte bîne ku ji Tîrmeha 2016'an de hatiye ragihandin.

NY diyar kir ku rewşa awarte rê li ber zêdegavîyên berfireh vekiriye, bûye sedema girtina 160,000 kesan û dora heman hejmar karmendên dewletê jî, bê sedemên rêwa ji karên xwe hatine dûrxistin.

Ofîsa mafên mirovan ya NY got: Serokomar Tayyîp Erdogan piştî hewila darbeya têkçûyî rewşa awarte ragihand û pirtir ji 20 biryarnameyên nû yên di desthilata qanûnê de derxistin ku ew bi piranî rê li ber êşkenceya girtiyan vekir, mudaxele li ser azadî û bêalîabûna sîstema dadwerî kir.

Raporta NY bi berdewamî got ku divê Tirkiye demûdest dawî li rewşa awarte bîne, dezgehên dewletê vegerîne asta normal û serweriya qanûnê bi cîh bîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.