Wezareta Karên Navxweyî a Tirkiyeyê daxuyan ku di hundirê hefteyekî de li giştiyê welêt ji ber tawanbarkirinên cûrbicûr 5 hezar û 110 kes hatine desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî a Tirkiyeyê hejmara kesên ku di hundirê hefteyekî de li welêt hatine desteserkirin bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gor daxuyaniya wezaretê di tarîxa navbera 12-19ê Adarê de 5 hezar û 110 kes hattine desteserkirin.
Li gor daneyên wezaretê hezar û 114 kes bi hinceta ku têkîldarî rêxistinê ne, 3 hezar û 896 kes bi hinceta tiryakê û qaçaxçîtiyê, 100 kes jî ji ber qaçaxçîtiya mirovan hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 222 kes ji deryayê bi tevahî 2 hezar û 872 kesên koçber jî hatine tespîtkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin