HSD operasyonên dijî DIŞIê radiwestîne

jiber Efrînê şerê DIŞIê radiwestîne
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, ragihand ku operasyonên dijî DIŞI rawestandine.

Berdevka HSD’ê Lîlwa Abdulah da zanîn ku jiber êrîşên Tirkiyê yên bi ser Efrînê de wan operasyonên dijî DIŞIê rawestandine.

Lîlwa got: Jiber ku hêzên me yên li rojhilata Feratê beşdarî Berxwedana Serdemê bûn, operasyonên me yên li hêla Dêrezorê sekinin.

Lîlwa dîyar kir ku çekdarên DIŞIê yên li hêla Dêrezorê hatine dorpêç kirin û tenê gava ew êrîş dikin hêzên wan bersîvê didin.

HSD’ê li dora Dêrezorê di 9’ê Îlona 2017’an de dest bi operasyona dijî DIŞIê kiribû.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.