Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi minasebeta hatina Newroza li hemû jin, zarok û nasnameyên cuda Newroz pîroz kir û xwest her kes li dijî zilm, zordestî û desthilatdariyê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Platformê li her kesan Newroz pîroz kir û got: "Bê yekîtî azadî nabe."
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi minasebeta hatigna Newrozê peyamek nivîskî şand û Newroza her kesî pîroz kir.
Platformê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Ji Helepçê, heta Qamişlo, Nîsêbîn, Kerkuk, Efrîn, Sûr, Şengal, Cizîr, Gewer...hwd em ber bi Newrozê ve diherikin. Heta îro dîktatoran bi çekên kîmyewî, hilweşandin û di dorpêçkirinan de bi sedhezaran gelê kurd qetil kirin. Îro jî şopên van êşana di dilê gelê kurd de zindî ne. Di hemû şerên cîhanê de maxdûr her dem jin û zarok in. Em îro hêzên serdestiya zilam ên ku jinan dike mexdûr tînin ziman û wan mexdûriyetana dikin hêvî, berxwedan û yekitiya jinan.
Têkoşîna azadiya jinê dû dirêj e, bê yekitî azadî na be. Em ji hemê sazî, dezgeh û rêxistin, dînamîkên jinan, ji fikr û ramanên siyasî yên cûda jinên kurd hatin gel hev. Bi vê yekitiyê em dibêjin êşên me jiyandin, neheqî û tunda li ser me tê domandin em ji bîr nekin, bi yekitiya jinên kurd hêviyê zindî bikin.
Erê, meha adarê hem salvegera komkujiyên li ser gelê kurd e hem jî têkoşîna azadiya gelê kurd e. Em hem êşên xwe bi bîr tînin, hem jî di serhildanan de ne. Dîsa em di van rojan de bi hêvî û kelecan diherikin qadan. Erdnigariya Kurdîstanê tu car hêviya xwe kut nekir û dê neke. Çavkaniya vê hêviyê jî her dem jinin. Em wekî Platform a Yekitiya Jinên Kurd bi vê hêviya careke din newrozê pîroz dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin