Amerîka gemaroyên nû bi ser Rûsiyeyê de disepîne

19 welatiyên Rûsyayê jî di nava wan gemaroyan dene
کوردستان TV
100%

Wezareta Darayî ya Amerîka dijî 19 welatîyên Rûs û pênc sazî, ku di nav wan de daîreyên îstixbarata Rûs jî hene, jiber maye têkirina hilbijartina 2016’an û êrîşa înternetî toleyên nû ragihandine.

Wezîrê Darayî yê Amerîka Steve Mnuchin diyar kir ku ewê dijî karbidestên Rûsya jiber ku îstiqrara olîgarşiyan xirab dike hin toleyên din jî ragihînin.

 Mnuchin got: Rêvebirî, dijî êrîşên înternetî yên Rûsya dixebite. Di nav van de êrîşên bo hewildana maytekirina li hilbijartina Amerîka û xirabkirina bingeha krîtîk jî heye.

Daîreyên îstixbarata Amerîkî dîyar kiribû ku Rûsya, di hilbijartina 2016’an de bo piştgirîya Trump di ser înternetê re sextekarî û propaganda kirine.

Rûsya, îdiayên ser mudaxeleya li hilbijartinê red dike.

Dozgerê taybet Robert Mueller, îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka vedikole.

Di lîsteya toleyên nû de, sazî û kesên ku ji alîyê Mueller ve tên tawanbar kirin jî hene.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.