Lavrov: Amerîka dixwaze li Sûriyê çend hikûmetan ava bike

Rûsya rexne li Amerîkayê dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya derbarê Sûriyê de girt û ragihand, pêvajoya Astans ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi dilê lîstikvanên derve nîne û ew dixwazin li Sûriyê mîrnişînên biçûk bidin avakirin.

Di civîna her sê  wezîrên derve yên Rûsya, Îranê û Tirkiyê de ku îro li bajarê Astana ya paytexta Kazaxistanê birêve çû, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tekezî li ser berdewambûna hewlên welatê xwe bi alîkariya Tirkiyê û Îranê bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê kir.

Sergey Lavrov amaje bi serkevtina şerê li dijî terorê û grûpên çekdarî yên li Sûriyê kir û tekezî li ser piştgiriya Moskowê bo Şamê di şerê li dijî terorê de kir.

Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya li hember Sûriyê girt û got, Amerîka li Sûriyê di şerê li dijî terorê de hevkariya wan nake û hewl dide Sûriyê parçe parçe bike. Lavrov diyar kir, pêvajoya Astans ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi dilê lîstikvanên derve nîne û ew dixwazin li Sûriyê mîrnîşînên biçûk bidin avakirin.

Lavrov got: “Pêvajoya serkeftî ya parastina yekparçeyiy xaka Sûriyê ne bi dilê hemû lîstikvanên derveye .Yên ku hemû normên Navdewletî binpê dikin, bi taybetî jî biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî.

Ev jî eşkere ye, riya xwe rast girtine daku Sûriyê parçe parçe bikin, deshilatê biguhirên û li cihê wê welatê girîng ê Rojhilata Navîn, mîrnîşînên biçûk û biçûk bidin avakirin, yên ku dê di bin kontrola lîstikvanên derve de bin û bêguman ew pêşwaziya wê yekê nakin, tiştê ku em niha li Astana dikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir, ku pêvajoya hevdîtinên Astana ji bo xelkê Sûriyê hêviyê çê dike û tekezî li ser wê çendê kir, ku Rûsya, Tirkiye û Îran bi hewlên xwe yên dîplomatîk û di çarçoveya pêvajoya Astana de formatek guncaw bo çareserkirina qeyrana Sûriyê dîtine.

Sergey Lavrov li ser wê mijarê da xuyakirin:“Dema ku di medyayê de behsa pêvajoya Astana tê kirin û behsa paytexta Kazaxistanê tê kirin, bi miliyonan Sûrî berê xwe bi hevîyeke mezin didine şaşên televîzyona û dinihêrin wê li Astana çi rû bide.

Salek beriya niha ev pêvajo Astana Rûsya,Îran û Tirkiyê ,bi hewlen deplomatîk û siyasî da destpêkirin û wê formatê xwe îsbat kir, ku ew ketiye rêyeke rast ji bo ku rewşa Sûriyê normal bibe. Di vê mijarê de ez naxwazim bêjim me çendî destkevt bi dest anîne.”

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.