Kanala SKY news dibêje Tirkiye li Efrînê komkujiya etnîkî dike.
Kanala SKY news ya cîhanî raportek derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê weşand û têde diyar kir ku heta niha jiber êrîşên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê gelek welatiyên medenî yên ku piraniya wan jin û zarokên canê xwe ji dest dane.
Di berdewamiya raporta han de SKY news eşkere kiriye ku piraniya wan welatiyên sivîl yên ku dibin armanca êrîşên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jin û zarokên.
Di berdewamiya raporta han de hatiye nivîsandin ku Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê komkujiya etnîkî dikin û heta niha zêdetir ji 200 kesên medenî ku piraniya wan zarokên jiber wan êrîş û bordimanan canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin