Salekê li fezayê ma, DNAya wî hat guhertin

saleke li fezayê dijî
کوردستان TV
100%

Ezmangerê amerîkî Kelly piştî salekê ji fezayê vegeriya dinyê. Lê Kelly dema ku vegeriya genetîkên wî hatibûn guherîn û bibû mirovekî din.

Saziya Fezayê û Hewageriya Amerîkayê (NASA) di lêkolîna xwe ya dawî de da zanîn ku derbaskirina salekê ya li fezayê bi tenê ne li ser laşê mirov di DNAya mirov de jî guherînan pêk tîne. Li gor nûçeya NTVyê ezmangerê amerîkî Scott Kelly nêzî salekê ji bo lêkolînek NASAyê li fezayê bû. Kelly piştî ku vegeriya dinyê zanistan DNAyên wî û yên cotê wî dan ber hev û hat dîtin ku êdî herdu bira bi genetîkî ji hev cuda ne.

Testên derbarê Kelly dan xuyakirin ku ji %7 genên wî di dema pêywira wî ya li fezayê de hatine guherîn, yanî bi genetîkî ezmangerê amerîkî Kelly ne Scott Kellyê beriya ku biçe fezayê bû. Hat eşkerekirin ku sedema guherîna genên Scott Kelly ji ber oksîjena kêm, radyasyona kozmîk, xwarin û vexwarina pergala laşê wî û rêwîtiya fezayê ye.

Tendûrûstî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.