Piştî rakirina dorpêça ser geştên esmanî yên navdewletî yên ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, kompaniyên hêlên esmanî dest bi diyarkirina bernameya geştên xwe kirin.
Hêlên Esmanî yên Fly Dubai li ser malpera xwe bernameya geştên xwe yên rasterast ên Hewlêr - Dubey ragihand ku di roja 19ê Adarê yekem geşta xwe pêk tîne û rojên 20, 22, 27, 28 û 29ê vê mehê, geştên Hewlêr – Dubey hene.
Tê payîn ku di nav çend saet û rojan de kompaniyên din ên hêlên esmanî geştên xwe yên nû yên bo Kurdistanê ragihînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin