Serokwezîr li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya

behsa domandina diyalogê kirin
کوردستان TV
100%

Behsa domandina diyaloga navbera Hewlêrê û Bexdayê kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê  Qasim  Arecî kir.

Di civînê de her du aliyan behsa hin mijarên hevpar kir û tekez li ser hebûna îradeya rasteqîne ji bo çareseriyê û giringiya berdewamiya diyalog û lihevtêgihiştinê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqa Federal kir.

Di civînê de ku Kerîm Şingalî wezîrê karê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa emnî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê zêdetir di warê emnî û lihavguhertina zaniyariyan hevkarî û hevahengî di navbera wezaretên navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bona rûbirûbûna terorîstan û metirsiya tetorê hebe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.