Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê merasîmên Çarşema Sor hebûn. Tevî rêkarên tund ên polîsê Îranê, Çarşema Sor îsal jî ji ber bikaranîn teqemenî û agir, zirarên mezin gihandin welatiyan.
Hate gotin li Îranê, li pîrozbahiyên beriya Newrozê Çarşema Sor 4 kes mirin û bi hezaran kes birîndar bûn.
Alîkarê Serokê Saziya Rewşên Lezgîn Hesen Nûrî got, ‘’Sêşemê 2 kes mirin. Van rojên dawî jî 2 kes mirin.’’
Li gorî Nûrî di van pîrozbahiyan de, hinek jê bi giranî, 3 hezar û 450 kes birîndar bûn.
Çarşema Sor çarşema dawî ya beriya Newrozê tê pîrozkirin. Li gorî teqwîma Ariyan ev her wiha dibe Çarşema dawî ya salê. Li gorî teqwîma Arî sala nû 21’ê Adarê dest pê bike.
Di pîrozbahiyan de di ser heft agiran re, bi stranan xwe davêjin. Di stranan de bi amajeya xilasbûna ji nexweşiyên zivistanî tê gotin ji bo rengê zer tê gotin, ‘’ez rengê xwe yê zer didime te’ û wiha bi sembola ku bi tenduristiya baş e tê gotin, ‘’ez renge te yê sor distînim.’’
Bibîranîna Çarşema Sor bûye çandeke pîroz û qedîm, niha jî her sal xelk di wê rojê de bi teqandine lîstikên agirîn kêxweşiya xwe nîşan didin, lê hinek caran bûyerên ne xweş derdikevin holê
Rejîma Îranê îsal bi tirsa raperîneke nû li gelek deveran pîrozbahî asteng kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin