Hikûmeta Brîtanî biryar da daku 23 dîplomatên Rûsî yên ku tê payîn destê wan di nava karên sîxorî de hebe dersînor bike.
Serokwezîra Brîtanya Theresa dohê pelên yekê yên bersîvdana jahrkirina sixurê berê Rûsî û keça wî eşkere kiribû.
May di axaftina li parlemanê got ku di nav kiryarên wan yên bersîvdanê de danûstandinên payabilind ligel karbidestên Rûsan û sekinandina serdaneke plankirî ya Wezîrê Derve yê Rûs, Sergei Lavrovy ya Brîtanya jî hene.
May careke din diyar kir ku li gor vekolîna wan gaza ku di êrîşê de hatiye xebitandin ji alîyê Rûsya ve hatiye çêkirin.
Wê got ku bersîva Rûsya ya parastina îdiayên hember wê, beramber giranîya kiryara hovane pir sivik e.
Sergei Skripal û qîza wî and Yulia bûbûn armanca êrîşekê û heta niha jî li nexweşxanê, di rewşeke krîtîk de ne.
Pisporên saxlemî yên Brîtanî ragihandibû ku madeyeke kîmyayî bi navê Novichock di êrîşê de hatiye xebitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin