Ebadî mûçeyên milîsên Heşda Şebî zêde kir

Ebadî pereyên zêdetir bi çekdarên heşda şebî dide
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di derbarê mûçeyên milîsên Heşda Şebî de rêkeftinek îmze kiriye ku mûçeyên milîsên Heşda Şebî jî dê mîna yên leşkerên artêşa Iraqê bin.

Li gor zanyariyên ku di medya Iraqê de cih digirin, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadê îro rêkeftinek îmze kir ku ew rêkeftin di derbarê mûçeyên milîsên Heşda Şebî de bûn û mûçeyên wan milîsan jî weke yên artêşa Iraqê lê hatin kirin.

Heyder Ebadî ku para Herêma Kurdistanê ya di budceya 2018an de kêm kir û bi vî awayî qirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de kurtir kir, bi dehan caran goitye ku ew ê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidin, lêbelê heta niha qet tiştek nehatiye kirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.