Hat îdîakirin ku Interpolê bultena sor a Tikriyê ku ji bo nêzî 50 kesan derxistiye, daye sekinandin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Tirkiyê, Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim jî di nav de ji bo nêzî 50 kesan bultena sor derxist û daxwaz ji Rêxistina Polîsan a Navdewletî (Interpol) kir ku wan bigire, lê hat ragihandin ku IInterpolê ev daxwaz Tirkiyê weke ‘siyasî’ nirxandiye û daye sekinandin.
Eger ev daxwaz ji aliyê Interpolê ve bihata qebûlkirin, wê li 170 welatan biryara girtina wan kesan bihata belavkirin û biryara girtina wan wê bihata dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin