Televîzyona jinan Jin Tv bi 4 zimanan dest bi weşanê kir

taybete bi jinan û stafa vê jî hemû jinên
کوردستان TV
100%


Îro 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê ye. Bi wesileya 8’ê Adarê yekemîn qenala Kurdî ya taybet girêdayî jinan Jin TV dest bi weşana xwe kir. Rêvebera ofîsa Jin TV a Silêmanî got ku vakirina vê qenalê pêşkêşê têkoşîna jinan dikin.

Îro di 8’ê Adarê roja jinên têkoşer ên cîhanê de Jin TV bi dirûşmeya ‘Dengê jinê, rûyê jiyanê’ dest bi weşana xwe kir.

Rêvebera ofîsa Jin TV a Silêmaniyê Sakar Ebdullah têkildarî vekirina qenalê got; “Fikra vekirina vê qenalê ji bo rewşa herêmê û bi taybetî ew jiyana ku jin di nav de dijîn ragihîne ye. Her wiha ji bo azadiya jinan di têkoşînê de ye.”

‘Armanca me ragihandina hêstên jinan e’

Sakar Ebdullah wiha jî got; “Armanca me ragihandina hestên jinan e. Her wiha derxistina pêş a dengê nerazî li hemberî ew tundiyên dijî jinan tên kirine. Derxistina pêş a hêz û îradeya jinê ye. Dirûşma me jî Dengê jinê rûyê jiyanê, ye.”

‘Bi zimanê 4 zimanan weşanên xwe dike’

Jin TV bernameyên bi zimanê Erebî, Farsî, Tirkî û hemû zaravayên Kurdî pêşkêş dike. Li Kurdistan weşan dike û navenda wê li Ewropa ye. Jin TV weke yekemîn qenala li Kurdistan û duyemîn qenale li cîhanê de ku li ser destê jinan hatiye damezrandin.

Frakansa qenala Jin TV wiha ye:

Peyk: Hotbird 13°E

Frekans: 11 054 MHz

Polarizasyon: Horizontal

Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.